PeyamaKurd - Hevseroka Giştî ya Partiya Aştî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari, li ser pirsa derbarê çêkirina xaniyekî ji bo Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê bersiva pirsa rojnamevanan da.
Hatimogullari, piştrast kir ku ji bo Ocalan li Îmraliyê xaniye hatiye avakirin, lê diyar kir ku hîn derbasî xanî nebûye.
Hevseroka DEM Partiyê wiha axivî: "Hîn bar nekiriye, meseleya bingehîn naskirina statuya wî ya muzakerevanê sereke ye. Ango bi awayekî hiqûqî pejirandina van muzakereyan e.”