PeyamaKurd - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, berî civîna ku biryar e hefteya bê ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve bê lidarxistin, nameyek ji vê komîteyê re şandin.
Hevserokan di nameya xwe de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya sala 2014an a derbarê binpêkirina "Mafê Hêviyê" (mafê serbestberdana bişert a girtiyên cezayê hetahetayê yê girankirî) ya li dijî Abdullah Ocalan bi bîr xistin.
Di nameyê pîvanên navdewletî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên wekî "Nelson Mandela" hatin bibîrxistin û hat destnîşankirin ku divê Ocalan jî bi awayekî qanûnî ji vî mafî sûdê wergire.
Hate gotin ku ew daxwaz ji komîteyê dikin, vê dosyeya binpêkirinê bi girîngî bixe rojeva xwe û proseyê di demeke nêz de bi dawî bîne.