Demirtas ji zîndanê soz da xelkê

Demirtas ji zîndanê soz da xelkê

PeyamaKurd- Bi sedema ku namzetê HDPê yê serokkomariyê Selahattin Demirtaş li bajarê Edirneyê di zîndanê de ye, eger bê hilbijartin wê bo xelkê çi bike, di ser medya civakî de ragihand.

Demirtaş di serî de soz da ku wê di şûna zîndanan de nexweşxaneyan ava bike. Ya duyem wê ji cotyaran baca mazotê nestîne. Maaşên xebatkaran wê nekeve binê 3 hezar lîrayî. Demartaş weha dewam kir:

“Li kêleka me zîndaneka nû tê avakirin. Min bang li xebatkarên avahiya zindana nû kir. ‘Eger bêm hilbijartin ez ê xebatkaran bê temîn nexebitînim, ez ê taşaroniyê ji holê rakim. Wê cînayetên xebatkariyê çênebin û wexta xebata rojane ez ê kêm bikim. Mehane jî herî kêm wê mehaneya we 3 hezar be’.”

Demirtaş bi henek û yarî sozên ku wê bîne cîh aşkera kir û got ku wê li welat dadwerî hebe. Dadwerî wê serbixwe, wekhev û bê layangirî be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin