PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê raporek nû der barê zextên rejîma Îranê yên li dijî welatiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê weşand.
Li gorî raporê, dadgehên Tehran û Meşhedê cezayê darvekirinê li 5 girtiyên xwepêşandanên Çileya 2026’an (Elîreza Rezaî, Vehîd Qehermanî, Mehdî Celalî, Metîn Şebanî û Emîr Dilşad) bi hinceta "hevkariya li gel welatên dijber" birîn; di heman dozê de ji bo du jinan jî her yek 30 sal cezayê zîndanê hat dayîn.
Her wiha hat ragihandin ku Mehdî Celalî di dozeke din de li dadgeha taybet a melayan bi tohmeta "ji dîn derketinê" bi darvekirinê hatiye mehkûmkirin.
Di raporê de nasnameya 20 girtiyên bawermendên olî yên li Zîndana Navendî ya Urmiyeyê hate eşkere kirin ku cezayên ji 6 mehan heta 10 salan li wan hatine birîn û ji mafên tenduristiyê û destûrê hatine bêparxistin.
Li Zîndana Navendî ya Îlamê jî hate belgekirin ku du birayên werzîşvan Emîrelî û Emad Zakerîferd piştî îşkenceyên giran ên laşî û derûnî yên di zîndana Supaya Pasdaran de, bi giştî bi 35 û 33 sal cezayê girtîgehê û qamçiyan hatine cezakirin.