Demîrtas: Ma êdî dê rews çiqas xirab bibe?

Demîrtas: Ma êdî dê rews çiqas xirab bibe?

PeyamaKurd- Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku di girtîgehê de ye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir. Demîrtaş, bi peyama xwe, rewşa heyî ya Tirkiyeyê nirxand.

Hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê ku di rojeva welêt de mijara herî sereke ye, dibe sedem ku rewşa siyasî germtir bibe.

Li ser vê yekê, Hevserokê berê yê HDPê Selahadîn Demîrtaş jî bal kişand ser rewşa heyî ya Tirkiyeyê û bi rêya peyamê got ku

"Yên ku dibêjin 'Heger Erdogan di hilbijartinê de bi ser nekeve, dê her tişt gelek xirab bibe.” hene. Ji bi xatirê Xwedê, ma êdî dê rewş çiqas xirab bibe?

Yên ku dibêjin Erdogan bi ser nekeve, dê her tişt xirab bibe, wekî mînak: Euro 20 TL, kîloya goşt 300 TL, kîloya penîr 200 TL, hejmara betalan 5 milyon, sînorê birçîbûnê 10 hezar TL, heqdestê herî kêm 8500 TL? Di erdhejê de 50 hezar kes jî mirin. Ji bo xatirê Xwedê, ma êdî dê rewş çiqas xerabtir dibe?”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin