Deriyê navbera Iraq û Kuweytê ji nû ve hat vekirin

Deriyê navbera Iraq û Kuweytê ji nû ve hat vekirin

PeyamaKurd - Saziya Deriyên Sînorî ya Iraqê eşkere kir ku deriyê sînorî yê sereke yê di navbera Kuweyt û Iraqê de roja yekşemê ji nû ve hat vekirin.

Deriyê Ebdelî yê ku li parêzgeha Cehrayê ya li bakurê Kuweytê ye û ji bo çûnûhatina rêwiyan û ji bo veguhastina bazirganî rêyeke stratejîk e, piştî êrîşeke dronan a roja pêncşemê hatibû girtin.

Artêşa Kuweytê ragihand ku di wê êrîşê de tenê zirara madî çêbûye û ti kes nehatiye kuştin.

Tevî ku hîn nehatine piştrastkirin ku ev dron ji aliyê kîjan alî ve hatine avêtin, vekirina derî ji bo geşkirina aborî û veguhastina kelûpelan wekî gaveke girîng e tê nirxandin.