Dermanê Covid-19 yê ji Çînê hatiye li 40 bajarên Tirkiyê hat belavkirin

Dermanê Covid-19 yê ji Çînê hatiye li 40 bajarên Tirkiyê hat belavkirin

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand ku ew dermanê ji Çînê hatiye û ji bo nexweşîna vîrusa korona tê bikaranîn, li 40 bajarên Tirkiyê hatiye belavkirin.

Koca ragihand ku dermanên Covid-19 ên gihîştin Enqerê, bi balafirên ambulans li nexweşxaneyên 40 bajaran hatine belavkirin.

Wezîrê Tirk da zanîn ku ew derman dê ji bo kesên ji ber nexweşîna vîrusa koronayê ketine rewşa metirsiyê û di beşên nexweşên giran de dimînin were bikaranîn.

Li Tirkiyê heta niha 37 haletên mirinê hatine ragihandin ku li gorî daxuyaniyên wezareta tenduristiyê vîrusa korona li tevahiya Tirkiyê belav bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin