Di 2025an de hecma bazirganiya navbera Tirkiyê-Misrê gihabû 8 milyar dolarî

Di 2025an de hecma bazirganiya navbera Tirkiyê-Misrê gihabû 8 milyar dolarî

PeyamaKurd – Bi sedema salvegera şoreşa Misrê ya di sala 1952an de, li payîtexta Tirkiyê li Ankara, Roja Netewî ya Misrê li dar xistin. Wezîrê bariganiyê yê Tirkiyê Ömer Bolat, balyozê Misrê yê Ankara Wael İbrahim Ali Badawi El Şêx û ji gelek dewletan balyoz tevlî rojê bûn. Bolat di ahengê de di axaftina xwe de got:

“Di sala 2025an de bazirganiya navbera me û Misrê gihaye 8 milyar dolarî. Din av welatên ku Misir biwan re bazirganiyê dike de, Tirkiyê bi %7,4 di rêza seyemde ye. Welatê herî zêde ku Misir îxracatê dike, em bi %3,4 di rêza 7em de ne.”

Balyozê Misrê yê Ankara Dr. Wael İbrahim Ali Badawi El Şêx jî di axaftina xwe de got; 1952 di şoreşa Misrê de rojeka gelek girînge, têkiliyên di navbera Misrê û Tirkiyê de li ser esasê rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş ava bûne û dimeşin.

Wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyê Bolat ragihand ku her diçe bazirganiya bi Misrê re gelek baştir dibe û hedefa hecma bazirganiya bi Misrê re ku çawa serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan destnîşan kiribû 15 milyar dolar e.