PeyamaKurd- Li welatê Meksîkayê di nav 26 çenteyan de cesedên 14 kesan derket. Li gor ragihandina çapemeniya Meksîkayê dozgerê eyaleta Jaliscoyê ragihandiye ku nêzî bajarê Guadalajarayê li qerexê rûbarê Santiagoyê di nav 26 çenteyan de cesedên 14 kesan hatiye dîtin.
Perçeyên cesedan bi çavdêriya pisporan birine navenda lêpirsîna tenduristiyê ya edlî. Piştî tesbîtkirina nasnameyan wê bo raya giştî ragihandin bê kirin. Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin