Di 3 hefteyên dawiyê de li Nîjeryayê ji 150 kesî zêdetir mirov hatin kustin

Di 3 hefteyên dawiyê de li Nîjeryayê ji 150 kesî zêdetir mirov hatin kustin

PeyamaKurd – Li Nîjeryayê li eyaleta Plateauyê li devera Mangûyê di her sê hefteyên dawiyê de di êrîşên çekdarî de, ji 150 kesan zêdetir mirov hatin kuştin. Parêzgerê Plateauyê Caleb Mutfwang, di bernameyekî televîzyonê de ragihand ku di demên dawiyê de li eyaletê kuştin, rakirina ji ser cîh û waran û bûyerên şiddetê zêde bûne. Li eyaletê di 3 hefteyên dawiyê de ji 150an zêdetir kes hatine kuştin.

Parêzger Mutfwang got ku kuştinên li eyaletê komkujiya safiye û ji ber êrîşan 30 hezar kes ji cîh û warên xwe bûne. Parêzgehê, hêzên asayîşê weka piştek şandiye ciyê bûyerê.

Li eyaletê ji bilî çeteyên çekdar êrîşên rêxistina Boko Haramê û ISWAP ê hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin