PeyamaKurd – Li navenda CHPê di civîna destnîşankirina nexşerêya partiyê de, bi tevlîbûna parlementeran, Özgür Özel bû serokê grûba CHPê ya di meclisê de.
Di civînê de, piştî kongra CHPê hat betalkirin û Özel bûbû serokê partiyê, niha partî li çara serê xwe dinêre. Civîn seet di 11.20an de destpêkir, 99 parlementer tevlî civînê bûn lê 10 parlementer mazereta xwe beyan kirin da tevlî civînê nebin.
Rayedarên ku di rêvebiriya Özel de cîh digirtin, hesabên partiyê ji bo wan hatin girtin û dê nikaribin xwe bigihînin hesabê CHPê.
Di dengdanê de Özgür Özel dengên 99 parlementeran girt. Di nav dengdêran de parlementerên nêzî Kemal Kılıçdaroğlu jî cîh girtin.
Lê dengdan di wexta ku di nav CHPê de nezelaliya hûqûqî û siyasî heye de, hat kirin.