PeyamaKurd- Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) ragihand ku piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyê hijmara kuştiyan zêde dibe. Heta niha hijmara leşkerên ku di çeperên xwe de hatine kuştin bûye 42.
Di nava kuştiyan de, herî kêm 11 leşkerên Îranê jî hene.
Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) berî niha ragihandibû ku roja çarşemê di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 15 kes hatine kuştin û ji van leşkeran jî 8 leşkerên Îranê ne. Piştî êrîşên du rojan hijmara kuştiyan bû 42. Ji van jî 19 kes ji Îranê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin