PeyamaKurd – Li Afxanistanê li eyaleta Qabdaharê se’et di 08.00ê sibê de, di wexta ku memûrên dewletê ketibûn rêza bankayê da mehaneyên xwe bigrin, êrîşeka xwekujî çêbû. Li gor ragihandina rêvebiriya asayîşa Qandaharê; di xwekujiyê de 3 kes mirine û 13 kes birîndar bûne.
Li aliyê dinê li nexweşxana Qandaharê ya bi navê Mîrweîsê de doktorekî ku nexwestiye navê bê gotin ragihandiye ku di êrîşê de 26 kes mirine û 38 kes jî birîndar bûne.
Heya niha ti rêxistin bûyerê negirtiye aliyê xwe û daxwuyaniya bûyerê nedaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin