Di êrîseke esmanî de li Idlibê 5 kes bûne qurbanî

Di êrîseke esmanî de li Idlibê 5 kes bûne qurbanî

PeyamaKurd- Xwepêşanderên opozisyona Sûriyê dibêjin êrîşên esmanî li ser gundekî bakurê rojavayê welêt 5 kes kuştin.

Berevaniya sivîl a Sûrî ku bi navê Komsipiyan tê nasîn û Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye, got sê jin di nav qurbaniyan de bûn.

Êrîşa esmanî ya Yekşemê li gundê Mallaja yê parêzgeha Idlibê bû, ku di bin destê serhildêrên opozisyona Sûrî de ye.

Serokê Sûriyê Beşar Esed hefteya borî gotibû wê hêzên wî nêzîk Idlibê kontrol bikin. Esed di hevpeyvînekê de got ew niha demekê didin sivîlan ku ji herêmê derkevin. Herêm di bin destê çekdarên girêdayî rexistina el-Qaîde de ye.

Demekê berê îsal, hêzên hikûmeta Sûriyê li dirêjiya 4 mehan operasyoneke leşkerî birêve bir û di encamê de bi sedan hezar kes koçber bûn.

Meha Tebaxê, di encama agirbesteke lawaz de êrîşa hikûmetê hat rawestandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin