PeyamaKurd – Wezîfedarê MİT a Tirkiyê yê bi navê Kaşif Kozinoğlu di zîndana Silivri de, di sala 2011an de dema ew biribûn nexweşxanê di rê de miribû.
Li ser mirina wî niha 9 kesan xistin bin çav. Di binçavkirinan de peyamnêr, kameraman û xebatkarên tenduristiyê hene.
Kaşif Kozinoğlu di 12.11.2011an de di zîndana Silivri de miribû û li ser mirina wî, ji nûh de operasyonekî kirin û 9 kesan xistin bin çav.
Lêpirsîn ji aliyê serdozgeriya Silivri de tê kirin. Wê gora Kaşifoğlu di 11ê Êlûnê de vekin û car din otopsî bikin.
Kozinoğlu, di zîndana Silivriyê de di roja 12.11.20211an de nexweş ketibû û rêvebiriya zîndanê wî şandibûn nexweşxana dewletê ya Silivriyê lê doya di rê de miribû.
Dema Kozinoğlu dibirin nexweşxanê, di rê de miribû. Li ser mirina wî di lêpirsîna wî ya ewilî de qeydiyên kamerayan, belgeyên tenduristiyê vekolabûn û îfadên xebatkarên zîndanê, cendirme, tenduristiyê û hevalên wî yên di odê de û yên jina wî sitendibûn.
Lêpirsîn di 10 Nisana 2012an de qediyabû û hewce nedîbûn dosya dewam bike.
Çapemeniya Tirkiyê di wê wextê de û niha jî dibêje ku di mirina Kozinoğlu de guman hene.