PeyamaKurd – Serdozgeriya bajarê Ankara operasyon kir ser rêxistina Suleymanciyan û bajarên Ankara û Antalya di nava wan de operasyon kir ser 17 bajaran. Hêzên asayîşê di encamê de 49 kesan xist bin çav.
Li gor ragihandina serdozgeriyê; li 10 kesên din jî digerin da wan bixin bin çav û 3 kesên li wan digerin jî li derveyê Tirkiyê ne.
Di operasyonan de li 123 adresan lêgerînê kirin. Di nav wan adresan de 33 ji wan şirketin û 80 heb jî mal in. Li gor rapora MASAKê ya ku ketiye nav dosya wan; tê gotin ku piştî sala 2020an hecma kiryarên fînansê, zêdekirina mal û di hecma firotina mal de zêdebûnekî zahf heye.
Di raporê de tê gotin ku hinek şîrketan ji hev veqetandine û dewr kirine, bi sermayen mezin şîrketên nû ava kirine, di hinek şîrketan de ji derve sermaye xistine wan şîrketan û qeydiyên firotin û kirîna mal heye û qeydiya transefera mal heye.
Di ragihandina fermî ya serdozgeriya Ankara de; bi serpereştiya Alihan Kuriş goya lêpirsîna “rêxistina sûcan ya ji bo berjewendiyan” wan sûcdar dike û lêpirsîn di bin vî navî de dewam dike. Kesên xistine bin çav jî navên yek bi yek dide.
Wezîrê karên nav xwe yê Tirkiyê Çiftçi ragihand ku demekî dirêje li ser operasyonê xebatê dikirin.