Serokê rêxistina sûcan Serkan Kurtuluş ji Arjantînê birin Tirkiyê

Serokê rêxistina sûcan Serkan Kurtuluş ji Arjantînê birin Tirkiyê

PeyamaKurd – Serkan Kurtuluş ê ku weka serokê rêxistinekî sûcên adî dihat binavkirin û di asta navdewletî de Tirkiye bi bultena sor lê digeriya, li Arjantînê hat girtin û birin Tirkiyê an teslîmê Tirkiyê kirin.

Tirkiye, bi sedema “bi plan mêr kuştiye”, “bi qesdî mêr kuştiye” û “ji bo sûcan bike rêxistin ava kiriye” lê digeriya.

Wezareta karên nav xwe ya Tirkiyê di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku Serkan Kurtuluş li Arjantînê hatiye girtin û wî îadeyê Tirkiyê kirine.