Rêxistina ‘Daltonlar’ serokê dadgeha cezayê giran ya Îstenbolê tehdîd kir

Rêxistina ‘Daltonlar’ serokê dadgeha cezayê giran ya Îstenbolê tehdîd kir

PeyamaKurd – Endamên rêxistina sûc ya bi navê ‘Daltonlar’ li Îstenbolê di dadgeha cezayê giran ya 16em de tên darizandin. Dosya di asta biryarê de ye û di celsa biryarê de, rêxistin serokê dadgehê Ali Onur Atar û birayê wî tehdîd kir.

Rêxistin tehdîda xwe di rêya peyaman de kir û di peyamê de got:

“Çawa te birayên me ji me sitendiye, em ê jî birayê te û mirovên te yên ji sulalê yên zilam ji te bistînin. Ji ber femanên te ku tu kesên bê guneh ceza didî wan, em ê jî bedela wê bi te eda bikin.”

Di daraza ‘Daltonlar’ de 7 gumabar tên darizandin û heya 9 salan ji wan re ceza dixwazin.

Tehdidên hatine kirin, di ser jimareyekî telefona Rûsî de kat kirin û hêzen asayişê, kesê ku peyamê şandiye desteser kirin.