Di leza belavbûna Covid-19 de Tirkiye di rêza yekem de ye

Di leza belavbûna Covid-19 de Tirkiye di rêza yekem de ye

PeyamaKurd – Profesorê Genetîkê yê Tirk Çagan Kizil, li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandiye ku li gorî rêjeyên zêdebûna belavbûna vîrusa koronayê ya bi rojan Tirkiye li cîhanê ketiye rêza yekê.

Kizil dibêje, “Dema rêjeyan bidin ber hev em di rêza yekemîn de ne. Ev ne nîşaneyeke baş e.”

Profesorê Tirk dibêje, hejmara testan gelekî kêm e û tevgera civakê hîn ji bo 3/2yê çalak e ku ev jî xetayeke mezin e.

Kizil bang dike ku pêwîste qedexeya derketina derve li Tirkiyê were ragihandin û got, dibe ku beriya tesbîtkirina tûşbûyên Covid-19 ew nexweşî li Tirkiyê belav bûye.

Li gorî daneyan di leza belavbûna vîrusê de, Tirkiyê Îran, Îtalya û Îspanya derbas kiriye û ketiye rêza yekemîn.

Tirkiyê ji 11ê Adarê ve heta niha 3 hezar û 629 tûşbûyên Covid-19 ragihandine û hejmara miriyan jî 75 kes in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin