Di lûtkeya NYyê de 'qeyrana Zelenskiy' derket pês

Di lûtkeya NYyê de 'qeyrana Zelenskiy' derket pês

PeyamaKurd- Piştî şewba Covid-19ê, cara yekemîn e ku dê Civata Giştî ya 77emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) bicive. Lê belê hat ragihandin ku beriya civînê, Rusya li dijî tevlîbûna Serokê Ukraynayê Zelenskiy derketiye.

Di hefteya sêyemîn a îlonê de dê lûtkeya NYê dest pê bike û hat ragihandin ku dê di civînê de mijarên şerê navbera Rusya û Ukraynayê, ewlehiya xurekan, ewlehiya enerjiyê, qeyrana avhewayê û pirsgirêkên herêmî û gerdûnî werin nirxandin.

Di civîna ku dê roja sêşema hefteya sisiyan a îlonê de li New Yorkê bê kirin de hat ragihandin ku dê Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, peyameke vîdeoyî bişîne lê belê ji ber ku Rusya li dijî vê yekê derketiye, Civata Giştî ya NYê, peyama Zelenskiy daye dengdayîn.

Hat eşkerekirin ku di dengdayînê de 101 deng erênî hatine bikaranîn, 7 welatan jî dengê ‘Naxêr’ daye her wiha 19 welatan jî mafê xwe yê bêbiryariyê bi kar haniye.

Li ser tevlîbûna welatan jî hat ragihandin ku dê Çîn û Rusya, tevlî vê lûtkeyê nebin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin