Di meclisa saredariya Ankara de bi kulma li hev xistin

Di meclisa saredariya Ankara de bi kulma li hev xistin

PeyamaKurd – Di civîna meclisa şaredariya Ankara de li ser perê konseran munaqeşe derket û paşî bi kulma li hev xistin. Pirsgirêka pevçûnê ewe ku perê zêde dane 2 konseran ku yek ji wan 69 milyone û ya dinê 71 milyon lîre ye.

Şaredarî, di pîroznahiyên 29ê Cotmehê yên Cejna Komarê de, 69 milyon perê Tirkiyê (2 milyon û 30 hezar dolar) daye hunermenda Tirk Ebru Gündeş.

Pirsgirêka dinê ewe ku şaredarî di 19ê Gulana 2024an de, ji bo cejna Ciwanî û Sporê 71 milyon û 520 hezar (2 milyon û 104 hezar dolar) pere daye grûba muzîkê ya ‘Mor ve Ötesi’.

Gengeşa li ser her dû konserên muzîkê dewam dike. Perên ku ji bo her grûbên muzîkê hatine dayîn, ji aliyê endamên meclisê yên AKPê de hatin aşkerakirin û endamên CHPê nerazîbûna xwe diyar kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin