Di meclisa Tirkiyê de li ser Osman Öcalan munaqese çêbûn

Di meclisa Tirkiyê de li ser Osman Öcalan munaqese çêbûn

PeyamaKurd- Di meclisa Tirkiyê bi sedema ku TRT a Kurdî bi birayê serokê PKKê Osman Öcalan re di bernama zindî de, hevpeyvîn hatibû kirin û bi bultena sor lê dihat gerandin, munaqeşeyên tund çêbûn. Esas qanûna ku li serê xebat dihat kirin qanûna temenê zarokên ku dê nû dest bi xwendinê bikin bû lê munaqeşe çû ser mijareka dinê û grûbên partiyan fikrên xwe aşkera kirin.

Serokê gûba İYİ Partiyê got ewilî nameya Abdullah Öcalan û paşî birayê wî dertê TRT a Kurdî. Yavuz Ağıralioğluyê İYİ partiyê got ku di mijarê de şiroveyeka ku pê rihet bibin nehatiye kirin û weha got:

“Di hilbijartinekî de balafira netewî, di ya din de otomobîla netewî û di vê hilbijartinê de terorîstê me yê netewî çêbû.”

Ji partiya MHP ê Levent Bülbül got ku kesê ji nameyê hêviyan dikin namerdin û yên ku dibêje “MHP hêvî kir” ew jî namerd e.

Ji grûba AKP ê Özlem Zengin weha got:

“Kesên ku ji terorê xwe xwedî dikin, divê em li herkesî lanetê bibarînin. Eger hun peyamên ji Qendîlê tên normal bibînin lê peyameka weha anormal bibînin, di vir de pirsgirêk heye, tev anormal e.”

Özgür Özelê parlementerê CHP ê dipirse bê çawa TRT bi kesekî ku bi bultena sor lê digerin pêwendî datîne?

Van niqaşên han hêj berfirehtir di meclisa Tirkiyê de hatin kirin lê qanûna ku esas li serê xebat dihat kirin, temên zarokan yên ku dest bi xwedina seretayî dikin bû ku wê jî derxistin 69 mehan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin