PeyamaKurd- Li Efrînê li meydana Azadiyê, hêzên Efrar El Şeriya û yên Sultan Muhammed Fatih bi hev re şer kirin. Di encama şêrr de hinek şervan hatin kuştin û hinek jî birîndarkirin.
Li gorî agahiyên herêmî li Efrînê li meydana Azadiyê di navbera hêzên Efrar El Şeriya û yên Sultan Muhammed Fatih de li ser qontrolkirina navenda neftê ya li nava Efrînê, şer derket. Di encamê de 5 kes hatin kuştin. Di nav wan de hinek jê sivîl gelek kes jî birîndar bûn. Ev herdu kom jî ji aliyê Tirkiyê ve têne destekkirin.
Hat ragihandin ku Tirkiye hewl dide ku şerê di nava her du koman de bide sekinandin. Lê belê hê şer dewam dike.
Piştî operayona Tirkiyê û muxalifên Sûriyê ku li dijî YPGê kirin, bajar kete destê Tirkiyê de. Ji 18ê Adarê ve bajarê Efrînê; di bin qontrola Tirkiyê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin