Şer di nava Husî û Yemenê de derket 80 ji hev kuştin

Şer di nava Husî û Yemenê de derket 80 ji hev kuştin

PeyamaKurd - Çavkaniyên leşkerî û bijîşkî yên her du aliyan ragihandin ku di encama şerê ji duh ve yê di navbera hêzên hikumeta Yemenê û Hûsiyan de zêdetirî 80 kes hatine kuştin.

Rayedarekî leşkerî yê Yemene nexwest navê xwe aşkera bike got, 24 endam di şer li nêzî peravên rojava de hatin kuştin.

Rayedarekî din ê leşkerî jî got di şerê li parêzgeha Teezê de 15 kes hatin kuştin.

Çavkaniyên bijîşkî yê li herêma di bin kontrola Hûsiyan de bi kêmanî 42 kes hatin kuştin.