PeyamaKurd –Li Hewlêrê li şaxeke xwaringeha Top Organîk a di nava hotêla Crystalê de şewat derket.
Li gor zanyariyan, îro Şemiyê berî saet 08:00, agir bi şaxa xwaringeha Top Organîk a li nav hotêla Crystalê ya li ser cadeya 100 Metrî ya Hewlêrê ket.
Herwiha hat zanîn, ji ber xwaringeh bi daran hatiye çêkirin agir zû belav bûye û di encamê de Xwaringeha Top Organîk a nav Hotêl Crystalê bi temamî şewitiye.
Herwiha hat ragihandin ku heta niha sedema derketina agir nehatiye zanîn, lê li gor zaniyariyan, tenê ziyanên maddî çêbûn û malbatên di nav hotêlê de bûn ji bo jiyana xwe biparêzin ji hotêlê derketine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin