PeyamaKurd – Artêşa Yemenê ya hukumetê ragihand ku di şerê bi Hûsiyan re albayekî artêşê yê bi navê Yahya el-Qadî hatiye kuştin.
Li gor ragihandina malpera ‘2 Aralık’ ku ya Hêzên Berxwedanê ya Artêşa Yemenê ye, albay Yahya El-Qadî di şerê bi Hûsiyan re de hatiye kuştin û defna wî li navça El-Muhayê bi merasim li Goristana Parêzvanên Komarê kirine.
Di merasimê de hevalên çek yên Qadî û hinek fermandar hebûne. Di merasima defnê de cîgirê serokê konseya serokatiya Yemenê Tariq Muhammed Abdullah Salih amade bûye û gotiye heya temamê axa Yemenê paş de bistînin û proja Hûsiyan bi dawî bikin, dê têkoşîna wan dewam bike.
Ciyê kuştina Qadî û wextê kuştina wî nehat diyar kirin.
Hêzên artêşa Yemenê li rojavayê Yemenê li bajarên Taizê û Hudeyde şerê wê bi Hûsiyan re geş dibe.