PeyamaKurd - Li Yemenê bîlançoya êrişa füzeyên balîstîk ku ji aliyê Hûsiyên bi piştgiriya Îranê ve li dijî kampa perwerdeya leşkerî ya hikûmeta fermî hatibû kirin, girantir bû.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Parêzgeha Şebweyê, di êrişa li nêzî bajarê Eteqê de hejmara leşkerên hatine kuştin derket 58 kesan.
Hat ragihandin ku Hûsiyan bi sê füzeyên balîstîk kampa perwerdeya leşkerên nû hedef girtine.
Di encama vê êrişê de zêdetirî 200 leşkerî birîndar bûne ku rewşa hinekan ji wan giran e û fikar hene ku hejmara qurbaniyan hîn zêdetir bibe.