PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li navça Karakoçanê li gundê Xelan (Koçyiğitler)ê agir bixaniyekî ketibû û di şewatê de Ağa Üykü û jina wî Hayriye Üykü can dabûn. Lê piştî li ser cenazên wan otopsi hat kirin, hat dîtin ku di bedena wan de şopa guleyan hene û bi sîlih hatine kuştin.
Niha li ser kuştina wan radiwestin û hem piştî şewatê ew eşyayên zêr û ziynetên aîdê Hayriye Üykü wendane.
Dema agir bi xaniyê wan yê 2 qat ket, îtfaiye û cendirme çûn ciyê şewatê û agir vemirandin. Dema xanî kontrol kirin, dîtin ku jin û mêr yên navborî mirine. Cesedên wan birin morga nexweşxana zankoya Firatê.
Di otopsiyê de, di bedena wan de şopa guleyan hat dîtin û ni ha asayiş li serê disekine ku piştî kuştina wan dibe agir bera xaniyê wan dabin. Li ser rûdanê lêpirsîn dewam dike.