PeyamaKurd - Li Stenbolê di kargoyên ku ji Amerîkayê hatibûn de li ser pakêtên bi şik bûn lekolîn hat kirin.
Tîmên Asayîşa gûmrika Stenbolê di pakêtên cuda de perçêyên 48 sîlehên sûîastê dîtin.
Li gor ku hat ragihandin ew sîleh ji Amerîkayê di rojên cuda de, bi navnîşanên cuda ji bo kesen cuda bi kargoya postayê hatine şandin.
Polîsan bi operasyonekê girtin ser gelek edresên ku navnîşanên wan li ser pakêtên kargoyê hebûn.
Polîs tekîlîya wan kesên ku di operasyonê de hatine binçavkirin û rêxistinan lekolîn dike.
Pîştî bûyerê li ser gelek navendên kargoyan legerîn hat destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin