Ciwanê Kerkûkî Mihemed Salih li Amerîkayê bû Serokê Marşalan

Ciwanê Kerkûkî Mihemed Salih li Amerîkayê bû Serokê Marşalan

PeyamaKurd - Mihemed Salih ê ku salên berê ji bajarê Kerkûkê koçî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kiribû, di kerta polîs û ewlehiyê de gihîşt pileyeke bilind û bû Serokê Marşalan (Chief Marshal) ê bajarê Manchesterê.

Salih ku di destpêkê de wekî efserê dewriyeyê dest bi kar kiribû, piştî derbaskirina gelek qonaxên dijwar û bi kedeke mezin gihîşt vê postê.

Mihemed Salih peyamek belav kir û got ku ev serkeftin ne ji nişka ve hatiye û koka wî digihîje çiyayên Kurdistanê û kolanên Kerkûkê.

Salih bal kişand ser wê yekê ku tevî hemû zehmetiyan ew bi rêya ku derbas kiriye gelekî serbilind e û ev destkeftî ji bo wî tenê destpêkek e.