Di bablîsoka ku 4 karkir miribûn de karsaz û rêvebirê şantiyê hatin girtin

Di bablîsoka ku 4 karkir miribûn de karsaz û rêvebirê şantiyê hatin girtin

PeyamaKurd – Li bajarê Derya Sipî li Antalya li navça Kepezê di 27ê Cotmehê de di şantiyê de bablîsokê konteyniran û vînca barûyê wergerandibû, 4 karkir di rûdanê de miribûn û kesekî birîndar bû bû.

Li ser rûdanê di encama lêpirsînê de karsazê gumanbar Mevlüt Ç. û rêvebirê şanstiyê Deniz K. hatin zîndanîkirin û 2 kesên din bi şertê kontrola edlî serbest berdan.

Rûdan li taxa Fevzi Çakmakê seet di 23.00an de qewimîbû. Di wexta barana zêde bariyabû, bablîsok jî çêbû bû. Karkirên di 2 konteyniran de diman bablîsokê wan roxandibû û vînca kûleya ku 40 metre bilind bû wergerandibû.

Li ser rûdanê; tîmên pêwendîdar karkirên di konteyniran de biribûn nexweşxanê. Di rûdanê de Aycan Kılınç (30), ji xelkê Sûriyê Muhammet Mustafa el Naim, İsa Musa el Nevaf û Selahattin Muhammed el Naim jiyana xwe ji destdabûn û kesê çavdêrê şantiyê Cumali Kurak birîndar bû bû.