PeyamaKurd – Li bajarê Zonguldakê li navça Kilimliyê li jîngeha Gelikê seet di 10.00an de di madena komurê ya taybet de, di encama teqîna gaza grizu de 3 karkir mirin û 4 kes jî birîndar bûn. Niha dixebitin da xwe bigihînin karkirekî di ocaxê de.
Di ocaxê de 8 karkir hebûn û ji wan 7 karkiran derxistin. 3 karkir jiyana xwe ji dest dabûn û 4 kes jî birîndar bûn.
Li ser bûyerê tîmên AFAD, tenduristiyê û îtfaiyê çûn ocaxê. Birîndaran bi ambûlansan şandin nexweşxanê. Karkirê di ocaxê de maye, xwe gihandinê lê xebata rizgarkirina wî dewam dike.