PeyamaKurd – Li bajarê Hekkariya li navça Geverê li gundê Şagulordê (Gürkavak) li Geliyê Dostkiya de şivanê bi navê Muhammet Aykut (17) di wexta pezê xwe derdixist zozana û hem diçêrand, tiştekî teqiya ku nehat zanîn bê çiye.
Bi bandora teqînê de gelek ciyên şivan birîndar bûn û 3 mîh jî telef bûn. Li ser aghadarkirina cendirme û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.
Aykut, birin nexweşxana dewletê ya Geverê û rewşa wî baş e. Hêzên ewlehiyê dixebitin bo bizanibin bê cismê ku teqiyaye bê çi tişte.