Li Bozhewayê di qezayê de 4 kes mirin û 2 kes giran birîndar bûn

Li Bozhewayê di qezayê de 4 kes mirin û 2 kes giran birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Bozhewayê (Bozova) ereba tîcarî ji pare li kamyonekî xist û di qezayê de 4 kesên di nav ereba tîcarî de mirin û 2 kes jî giran birîndar bûn.

Qeza, nêzî navça Bozhewayê qewimî û ajotvanê ereba bazirganî Levent Çerç, ji pare li kamyonê xist. Levent Çerçi li ciyê qezayê mir. Tîmên tendursitiyê dema gihan ciyê qezayê, 5 birîndarên din ji erebê derxistin û birin nexweşxana dewleyê ya navça Bozhewayê.

Li nexweşxanê kesên bi navên Fatma Çerçi (36), Mustafa Çerçi (15) û Büşra Çerçi (12) can dan. Dermankirina her dû birîndarên din dewam dike.

Piştî qezayê bi sedema ewlehiyê şopêrê kamyonê xistin bin çav. Li ser qezayê lêpirsîna edlî dewam dike.