Di qezayên li Çewlik û Xarpêtê de 3 kes mirin û 9 kes birîndar bûn

Di qezayên li Çewlik û Xarpêtê de 3 kes mirin û 9 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Di qezayên li Çewlik (Bingol) û Xarpêtê (Xarpêt) de 3 kes mirin û 9 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Xarpêt- Çewlikê nêzî pira bi navê Guluşkurê 2 erebe li hev ketin û di encamê de 7 kes birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên bajêr lê rewşa birîndaran baş e.

Li bajarê Çewlikê (Bingöl) li navça Holholê (Yayladere) pîkabekî di helan de ket jêr û di encamê de 3 kes mirin û 2 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku şofêrê pîkabê desthilata xwe wenda kiriye lewra qeza kiriye. Li ser qezayê, tîmên tenduristiyê, cendirme, AFAD û UMKE çûne ciyê qezayê.

Birîndaran bi ambûlansan birine nexweşxana dewletê ya Çewlikê. Her sê kesên din li ciyê qezayê can dane û cenazên wan birine morga nexweşxana dewletê ya Çewlikê ji bo otopsiyê. Navên mirî û birîndaran nehat ragihandin.

Li ser her dû qezayan lêpirsîna polîs û cendirmeyan dewam dike.