Di pevçûna di qezayê de kesekî hat kuştin û 2 kes giran birîndar bûn

Di pevçûna di qezayê de kesekî hat kuştin û 2 kes giran birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê di trafîkê de dema xesara erebeyan çêbû, di navbera ajotvanan de şer derket. Di şer de xortê 25 salî jiyana xwe ji dest da û bav û birayê wî jî giran birîndar bûn.

Di wexta şer de bav û kurê din xwestin wan ji hev dûr bixin lê her dû jî giran birîndar bûn. Kesên êrîş kirin reviyan û niha polîs ketiyepey wan da wan bigre.

Tîmên tenduristiyê bav û kur bi ambûlansê birin nexweşxanê ji bo derman bikin.

Navên kesên ketine nav rûdanê, nehat ragihandin.