Li ser arazî li hev xistin, kesekî hat kuştin û 2 jî birîndar bûn

Li ser arazî li hev xistin, kesekî hat kuştin û 2 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Eskişehir a Tirkiyê li navça Seyitgaziyê li gundê Cevizli li ser pirsgirêka arazî şer derket û di encamê de kesekî bi tivingê hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihand ku her dû teref jî mirovên hev in. Mesela navbera wan gelek salin ku dewam dike. Di serî de munaqeşa li ser arazî di navbera İlker Saygı (32), Sabri S. û Mustafa S. û Eyüp S. de, li ser erd destpêkir.

Eyüp S. bi tivinga destê xwe li İlker Saygı, Sabri S. û Mustafa S. xist. İlker Saygı li ser erd can da. Sabri S. û Mustafa S. birîndar bûn.

Dema cendirme û tîmên tenduristiyê çûn ciyê rûdanê birîndaran Sabri S. û Mustafa S. bi ambûlansê birin nexweşxanê.

Cendirme Eyüp S. xistin bin çav û dest bi lêpirsîna rûdanê kirin.