Li navça Kadirliyê mirovên hev li hev xistin: Yek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn

Li navça Kadirliyê mirovên hev li hev xistin: Yek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Osmaniye li navça Kadirliyê li tax/gundê Şehit Kansu Küçükateşê bi sedemekî nehat zanîn, di navbera eqrebayan de şer derket.

Bi tivinga pompeyî li hev xistin û di encamê de İrfan T., kurê wî Yusuf T. û ji terefê dinê Sinan T. û kurê wî Alperen T. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên 112an çûn ciyê şer û birîndaran birin nexweşxanê lê İrfan T. li nexweşxanê can da. Hat ragihandin ku rewşa Yusuf T. girane lê tedawiya wî dewam dike.

Polîs, birîndarên sivik yên bi navên Sinan T. û kurê wî Alperen T. piştî dermankirina wan li nexweşxanê wan xist bin çav.