PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Wêranşehrê di navbera du terefan de bi sedemekî nehat zanîn munaqeşe destpêkir û paşî bi dar û keviran li hev xistin û di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Di şer de Mehmet E, Abdullah E, Bünyamin Ç. û Yusuf Ç. birîndar bûn. Dema tîmên tenduristiyê çûn ciyê şer, birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Wêranşehrê.
Rewşa birîndaran nehat zanîn bê çawaye û sedema şerê her dû terefan jî nehat zanîn. Li ser şer lêpirsîna hêzên dewletê dewam dike.