Du teref bi çekan li hev xistin: 5 kes birîndar bûn

Du teref bi çekan li hev xistin: 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li navça Eyüpsultanê di parkekî de di navbera du terefan de şer derket. Di encamê de 5 kes birîndar bûn. Polîs û tîmên tenduristiyê li ser rûdanê çûn ciyê bûyerê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanan.

Sedema şer nehat zanîn lê di şer de çekan bikaranîn. Polîs li ser bûyerê lêpirsîna xwe dewam dike. Hem navên kesên birîndar jî nehat ragihandin.