Du terefên di nav wan de nakokî hebûn li hev xistin: 3 kes birîndar bûn

Du terefên di nav wan de nakokî hebûn li hev xistin: 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Samsunê li navça Canikê di navbera du terefên ku di navbera wan de nakokî hebûn li hev xistin û di encamê de 3 kes birîndar bûn. Her sê kes bi tivinga pompeyî birîndar bûn. Li ser rûdanê hêzên asayîşê 3 kesan xist bin çav.

Rûdan do êvarê li taxa 200 Evlerê qewimî. Terefên ku di navbera wan de nakokî hebûn E.S. (19), A.S. (25) û E.S. (28), ji terefê dinê jî H.Ö. (17), Y.E. (20) û S.Ö. (21) di kuçê de leqayê hev bûn.

Di serî de her dû teref munaqeşe kirin û paşî Y.E. ji pişt û zikê xwe, H.Ö. ji hêta xwe ya rastê û S.Ö. ji qorika xwe bi tivinga pompeyî birîndar bûn.

Li ser rûdanê, tîmên tenduristiyê û bi ambûlansan wan birin nexweşxanê. Li ser şerî polîs, E.S., A.S. û E.S. xist bin çav. Lêpirsîna li ser şer dewam dike.