PeyamaKurd – Li herêma Derya Reş li bajarê Trabzonê li navça Düzköyê li gundê /taxa Gürgendağê di navbera du eqrebayan de pevçûn derket. Sedema pevçûnê nehat zanîn lê paşî li hev xistin.
P.G. bi eqrebayê xwe bi E.G. re ewilî munaqeşe kir û paşî P.G. bi demançê li eqrebayên xwe xist û E.G, F.E. û E.E. birîndar kir. Li ser agahdarkirina tîmên 112an û cendirmeyan tîm çûn ciyê şer.
Dema tîmên 112an birîndaran kontrol kirin, dîtin ku E.G. jiyana xwe ji dest daye. Birîndaran birin nexweşxana zankoya teknîk ya Farabî ya Karaxenizê.
Rewşa birîndaran xerabe. Lê piştî rûdanê tîmên cendirmeyan P.G. xistin bin çav.