PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sêweregê di navbera du malbatên eqreba de, bi sedema nedana hev ya rê ku bi erebeyan diçûn, munaqeşe derket û paşî bi dar û keviran lihev xistin. Di encamê de 8 kes birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Sêweregê. Di her dû erebeyan de xesar çêbûye û tîmên cendirmeyan li taxê û nexweşxanê tedbîran sitendine.
Di pevçûnê de kesên birîndar bûne; Ramazan, Bedir, Deniz, Saadet, Fehime, Çiğdem İren û ji malbata dinê Ferdi û Hacı İren hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin