PeyamaKurd - Li demeke ku karwana çaremin a koçberên Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê vedigerin ser mal û milkên xwe, amadekarî ji bo vegera karwaneke Erebên hawirde jî tê kirin.
Rêveberiya ragihandina Hesekê ragihand, amadekarî têne kirin ji bo derketina karwaneke malbatên erebên hawirde ji Serêkaniyê ber bi deverên xwe ve.
Hate zanîn ku 300 malbatên Erebên ji derve hatine anîn li Serêkaniyê hene û karwana yekem a 50 malbatan li xwe digire, dê ji bajêr derkevin.
Rêveberiya ragihandina Hesekê daye zanîn ku Erebên Hawirde dê vegerin deverên xwe yên li taxên Xiwêran, Neşwa, Ezîziyê yên bajarê Hesekê.