PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Rezan di navbera du terefan de pevçûn derket û di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Rûdan, li navça Rezan li taxa 5 Nîsanê li kolana Teğmenê qewimî. Sedema pevçûnê nehat zanîn lê her dû teref bi kulm û pihînan li hev xistin.
Polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxanên cuda yên bajêr. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran başe lê lêpirsîna polîs ya li ser rûdane dewam dike.