PeyamaKurd - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, di encama xebatên lêgerîn û kolanê yên li navçeyên Bismil û Farqînê de, cara yekem petrola zinaran hat derxistin.
Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî ya Tirkiyê bi rêya rêbazên nûjen di kûrahiya nêzîkî 4 hezar metreyan de gihîşt rezerva mezin a nefta zinaran.
Li gorî daxuyaniyên Wezaretê û nirxandina pisporan, kalîteya vê petrolê gelekî bilind e û tê texmînkirin ku rezerveke giştî ya bi nirxê 540 mîlyar dolarî li herêmê hebe ku ev yek dê derfetên aborî û kar li Diyarbekirê gelekî zêde bike.
Qebareya wê ji petrola Gabarê pir zêdetir e
Hate diyarkirin ku ev keşfa nû ji aliyê qebare û nirxê ve ji bo serxwebûna enerjiyê ya Tirkiyê xwedî girîngiyeke stratejîk e û qebareya wê ji rezerva Gabarê bi çend caran mezintir e.
Hat diyar kirin ku xebatên derxistin û hilberînê yên li qadê bilez berdewam dikin û tê çaverêkirin ku di mehên pêş de bandora vê projeyê li ser aboriya herêmê û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê jî bi awayekî berçav bê dîtin.