PeyamaKurd - Li Herêma Belûçistanê di navbera çekdarên "Eniya Têkoşerên Gel" û hêzên Artêşa Sipaha Pasdaran a Îranê de pevçûnên dijwar derketin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, li bilindahiya Siyahlop a ser bi Taftanê, şervanên Belûç 3 dronên keşfê yên Pasdaran xistin xwar û tîmeke milîsên Fatimiyûn xistin kemînê ku di encamê de 29 milîs û fermandarekî Pasdaran ê bi navê Yaser Baqirî hatin kuştin.
Herwiha li gorî çavkaniyan, li herêma Mehrestanê jî di du çalakiyên cuda de herî kêm 5 endamên hêzên leşkerî û ewlehiyê yên Îranê hatin kuştin û birîndar kirin.
Li gorî zanyariyan, di nav kuştî û birîndaran de berpirsa paygeha Besîcê Efsane Eqîla û efserekî bi navê Mihemedelî Şehriyarî jî hene.
Welatiyên Belûç destnîşan dikin ku ji ber zext û milîtarîzekirina herêmê ji aliyê rejîmê ve, berxwedana çekdarî ji bo wan bûye tenê rêya bersivdanê.