Hûsiyan êrişî Siûdî kirin: 4 dron hatin xistin

Hûsiyan êrişî Siûdî kirin: 4 dron hatin xistin

PeyamaKurd - Berdevkê Hêzên Hevpeyman ên bi serokatiya Erebistana Siûdî Tûgîner Turkî el-Malikî ragihand ku 4 dronên ku ji aliyê Hûsiyan ve ber bi herêma başûrê Erebistana Siûdî ve hatibûn avetin, hatine astengkirin û têkbirin.

Ev êrîş di demekê de pêk hatin ku Hûsiyan di destpêka rojê de jî 3 mûşekên balîstîk ber bi herêma rojhilatê welêt ve avêtibun, lê artêşê ragihand ku her sê mûşek jî bi serkeftin hatine bêbandorkirin.

Ev êrîşên ku ji aliyê Yemenê ve li dijî Erebistana Siûdî tên kirin, careke din aloziya li herêmê derxist pêş.

Hêzên Hevpeyman tekez kirin ku ew ji bo parastina ewlehiya herêmê û welatiyên xwe tedbîrên pêwîst didin ber çavan û operasyonên parastinê bê navber berdewam dikin.