Hêzên Siûdî me êrişên mûşek û dronan ên Hûsiyan têk birin

Hêzên Siûdî  me êrişên mûşek û dronan ên Hûsiyan têk birin

PeyamaKurd - Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî bi serkêşiya Erebistana Siûdî, Kolonel Turki el-Malikî ragihand ku sîstemên berevaniya hewayî yên welatê wan 2 firokeyên bêfirovan (dron) û mûşekeke balîstîk ku ji aliyê Hûsiyên Yemenê ve hatibûn avêtin, di hewayê de asteng û îmha kirin.

Li gorî daxuyaniyê, her du dron ber bi herêmên li başûrê Erebistana Siûdî ve hatibûn şandin, mûşeka balîstîk jî rasterast ber bi paytext Riyadê ve hatibû arastekirin.

Têkildarî êrişên heman demî, El-Malikî bal kişand ser êrişeke din a Hûsiyan û destnîşan kir ku:

Hûsiyan mûşekeke balîstîk ber bi bajarê Necranê yê li başûrê welat ve havêtiye.

Sîstemên parastina hewayî ew mûşek berî ku bigehêje armanca xwe ya li ser erdê, di hewayê de tespît kiriye û tavilê îmha kiriye.