Bîlançoya giran a 17 rojan: 337 êrîşên bi mûşek û dronan li ser Herêma Kurdistanê

Bîlançoya giran a 17 rojan: 337 êrîşên bi mûşek û dronan li ser Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd - Ji destpêkirina operasyona leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê (28ê Sibatê) heta îro, Herêma Kurdistanê rastî pêleke dijwar a êrîşên asmanî tê. Li gorî amarên dawî, di nava 17 rojan de bi giştî 337 êrîşên bi dron û mûşekan li ser çar parêzgehên herêmê hatine kirin. Di van êrîşan de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 45 kes jî birîndar bûn.

Hewlêr bû navenda sereke ya êrîşan

Li gorî daneyên ku ji aliyê Rûdawê ve hatine belavkirin, Hewlêra paytext hedefa herî mezin a van êrîşan e. Dabeşbûna êrîşan li gorî parêzgehan wiha ye:

• Hewlêr û derdora wê: 280 êrîş.

• Silêmanî: 50 êrîş 

• Dihok: 5 êrîş.

• Helebçe: 2 êrîş

Bîlançoya qurbanî û birîndaran 

Di encama van bombebaranan de bîlançoyeke giran a mirovî derket holê:

6 Pêşmergeyên Rojhilat (PDK-Î), efserê ewlehiyê yê Balafirgeha Hewlêrê û leşkerekî Fransî (yê ku di 12ê Adarê de can dabû).

45 Birîndar: Di nav wan de 13 sivîl (zarok jî tê de ne), 18 Pêşmerge û 6 leşkerên Fransî hene.

Êrîşên duh bi şev li Hewlêrê 

Duh bi şev (16ê Adarê) herî kêm 9 dronên xwekuj sînorên parêzgeha Hewlêrê hedef girtin. Ji van dronan 7 jê ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve li asman hatin îmhakirin. Lê belê, dronek li avahiya Rêveberiya Bazirganî û Xwarinê ya Hewlêrê ya li taxa Azadiyê ket û bû sedema agirpêketin û ziyaneke mezin a maddî. Her wiha di heman saetan de kampeke malbatên Pêşmergeyên PDK-Î ya li navçeya Koyeyê jî hat bombebarankirin.

Li parêzgeha Silêmaniyê jî droneke xwekuj li zeviyeke vala ket xwarê. Tevî ku di vê rûdanê de tu ziyanên canî çênebûn jî, dengê teqînê bû sedema tirs û panîkê di nava xelkê herêmê de.

Berpirsiyar kî ne?

Çavdêrên leşkerî û çavkaniyên herêmî destnîşan dikin ku ev êrîş wekî "tolhildana Îranê" li dijî operasyonên Amerîka û Îsraîlê têne kirin. Tê gotin ku Tehran rasterast an jî bi rêya milîsên Şîe yên li Iraqê, binesaziya Herêma Kurdistanê, baregehên koalîsyonê û kampên partiyên Rojhilatî hedef digire.

Tevî ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê çendîn caran bêalîbûna xwe ragihandiye, êrîşên li ser herêmê bê rawestan berdewam dikin.